Sûriye: Golan beşeke ji axa me

Îsraîl dixwaze li Golanê projeyên hêlbirîna elektirîkê çê bike.
کوردستان TV
100%

Rejîma Sûriyeyê huşdarî dide Îsraîlê.

Wezareta derve ya Sûriyeyê derbarê girên Golanê de huşdarî dide Îsraîlê û dibêje Golan beşeke neveqetiyayî ji axa Sûriyeyê ye.

Wezareta derve ya Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de destxweşî û spasiya şêniyên wan deveran kiriye ku, li dijî cîhbicîh kirina projeyên hêlbirîna elektirîkê ji aliyê Îsraîlê ve xwepîşandan kirine û dibêje Golan beşeke neveqetiyayî ya ji axa Sûriyeyê ye û Sûriye bi ti awayî rê nade ku, bistek ji axa wî were dagîrkirin.

 

 

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.