Îran: Siûdiye ti carî dijminê me nebûye

dibêje mimkune Amerîka rê nede hin welat têkiliyên xwe li gel Îranê normal bikin.
کوردستان TV
100%

Dibêje bernameya etomî tenê bijardeyeke.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî duhê bişev jiber du saliya Serokkomariya xwe gotarek pêşkêş kiriye û ragihandiye ku, rêkeftina bernameya etomî ya di navbera Îran û welatên Rojavayê de tenê bijardeyeke û eger Îran bixwaze anjî eger şer û mercên Îranê neyên cîhbicîhkirin, vê demê Îran dikare dev ji vê bijardeyê berde.

Îbrahîm Reîsî eşkere kiriye ku, niha têkiliyên navbera Îran û Siûdiyeyê gelek baş û bihêzin û vê baştir jî bibin û Îran ti carî Siûdiye bi dijminê xwe nezaniye.

Nav hatî eşkere kiriye ku, 15 welatên cîran yên Îranê hene û Îran dixwaze li gel wan xwedan têkiliyên gelek baş û bihêz be lê mimkune Amerîka rê nede hinek ji wan welatan ku, têkiliyên xwe li gel Îranê baş bikin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.