Serokwezîrê Kurdistanê li gel Serokkomarê Tirkiyeyê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Tirkiyeyê kir û li gel Serokkomarê vê welatî Receb Teyyib Erdogan civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê civînê de wisa nivîsand;
Îro li Koşka Komarî ya li Enqereyê li gel Serokkomarê Tirkiyeyê birêz Receb Teyyib Erdogan civiyan.
Di destpêka civînê de me pîrozbayî li birêz Serokkomarê Tirkiyeyê kir bo dubare hilbijartina wî û hêviya serkeftinê jî bo hikûmeta nû ya Tirkiyeyê xwest.
Di civînê de ku, wezîrê derve yê Tirkiyeyê birêz Hakan Fîdan jî têde amadebû, me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê, deverê û pêşde birina têkiliyên nvabera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de kir.
Em her du alî li ser girîngiya bihêztir kirina têkiliyan hû berfiretir kirina derfetên hevkarî û hemahengî bo ewlekarî û aramiya deverê bi taybetî di ware abûrî û bazirganî de hemfikir bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin