Vê li gel Serokkomar û rayedarên din yên Tirkiyeyê bicive.
Îro sêşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdaneke fermî gehêşte Enqere û ji aliyê wezîrê derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ve hate pêşwazîkirin.
Biryare Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya vê serdana han de li gel Serokkomarê Tirkiyeyê û rayedarên din yên vê welatî bicive.
Di civînê de behsa rewş û pêşhatên dawî û têkiliyên navbera Kurdistan û Tirkiyeyê tê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin