Holenda berdewam dibe li ser piştîvanî kirina  Kurdistanê

Holenda piştîvaniya Kurdistaneke bihêz û geşe kirî dike.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel balyozê Holendayê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Holendayê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê şahnişîna Holendayê li Îraqê birêz Hans Sadney û şandeke pê re kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştî û pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Îraqê, pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Holendayê kir.

Mijareke din ya civîna me taybet bû bi giftûgo kirin derbarê têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî û girîngiya parastina mafên destûrî yên herêma Kurdistanê. Di vê derbarê de me tekez li ser pêwîstiya pêbendî û cîhbicîh kirina rêkeftinên navbera her du aliyan kir jiber ku, ewlekarî û aramiya Îraqê girêdayî bi cîhbicîh kirina destûr û rêzgirtin ji rêkeftinane.

Derbarê rewşa navxweyî ya herêma Kurdistanê de jî me behsa vê yekê kir ku, rê nadin rewşa navxweyî ya herêmê bibe qurbaniya daxwazên derqanûnî û naberpirsane û tekez jî li ser vê yekê kir ku, pêwîste hilbijartinên parlementoya herêma Kurdistanê di demeke nêz de werin kirin.

Balyozê Holendayê li Îraqê jî amadebûna welatê xwe bo bihêztir kirina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê di tevahiya waran de diyar kir û piştîvaniya Holendayê bo bihêztir bûn û geşe sendina herêma Kurdistanê di çarçoveya Îraqeke federal de diyar kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.