Ev komîte kar li ser projeya cadeya geşe pêdanê bike.
Li gor çapemeniya Qeterî û herwiha li gor daxuyaniya wezareta veguhastin û gehandinê ya Îraqê, di dema serdana Mîrê Qeterê ya bo Bexdayê, di navbera Îraq û Qeterê de biryare li ser ava kirina komîteyeke hevbeş hatiye dayîn.
Ev komîteya hevbeş yaku, tê avakirin kar li ser beşdarî kirina Qeterê di projeya cadeya geşepêdanê ya di navbera Îraq û Tirkiyeyê de dike û biryare Qeter jî beşdarî vê projeya han bibe.
Projeya han pêk hatiye ji xeteke şemendeferê ji bendera Faw ya Îraqê heta bendera Cîhanê li Tirkiyeyê.
Herwiha tê gotin ku, Îraq ji hin welatên din yên Erebî re gotiye ku, dikarin di vê projeyê de beşdar bin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin