Du polîsên Îraqî hatin kuştin

hîn jî qaçaxçiyên êrîşkar nehatine girtin.
کوردستان TV
100%

Pevçûn di navbera polîs û qaçaxçiyan de qewmiye.

Çapemeniya Îraqê belav kir ku, şeva derbasbûyî li bajarê Nasiriyeyê ku, navenda parêzgeha Zîqarêye pevçûn di navbera hêzên polîs û qaçaxçiyên madeyên hişber de çê bûye.

Di encama pevçûna han de herî kêm 2 polîs hatine kuştin û çend polîsên din jî birîndar bûne.

Polîsa Îraqê ragihandiye ku, hewldanên wan bo girtina qaçaxçiyan berdewamin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.