22 leşkerên Amerîkî birîndar bûne.
Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî ragihandiye ku, direngiya şeva derbasbûyî li Bakûrê Rojhilatê Sûriyeyê, jiber sedemeke nediyar koptereke leşkerî ya hêzên Amerîkî ketiye erdê.
Di daxuyaniya Fermandariya navendî ya Amerîkayê de hatiye gotin ku, di encama bûyera han de 22 leşkerên Amerîkî birîndar bûne.
Herwiha ev yek jî hatiye eşkere kirin ku, lêkolîn li ser bûyera ketina kopterê didomin û hîn jî nediyare gelo ev kopter çima û jiber çi ketiye erdê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin