Heta niha 3 gund hatine rizgarkirin.
Artêşa Ukraynayê ragihandiye ku, piştî demeke dirêj ji amadekariyan ev du roje bi fermî dest bi êrîşên berfire bo ser artêşa Rûsyeyê li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Ukraynayê kirine.
Artêşa Ukraynayê diyar kiriye ku, di yekem merheleya êrîşan de wan kariye herî kêm 3 gund û çend cîhên din yên nîştecîhbûnê ji destê artêşa Rûsyeyê rizgar bikin.
Her çend heta niha Rûsye li ser vê mijarê ti daxuyaniyek nedaye lê beriya sê rojan Serokê Rûsyeyê diyar kiribû ku, êrîşên artêşa Ukraynayê bê encam bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin