Dengdana parlementoya Îraqê derbarê bûdceyê de berdewame.
Serokê şanda danûstandinkar ya partiya demokrata Kurdistanê li Bexdayê Fûad Husên ragihand ku, nakokî û kêşeyên taybet bi para herêma Kurdistanê ji bûdceya sê salên pêş ya Îraqê hatine çareserkirin.
Husên eşkere kiriye ku, xala 7an ya madeya 14an xala herî dawî ya nakokî û aloziyan bû û li ser vê yekê jî rêkeftin hatiye kirin û ti kêşeyek nemaye.
Ji aliyeke din ve duhê bişev parlementoya Îraqê tevahiya made û xalên taybet bi para herêma Kurdistanê ji bûdceya federalî pejrand û tenê çend madeyên taybet bi bûdceya giştî mane vê îro ev madeyên han jî werin pejrandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin