Kolberekî 20 sale hate kuştin

li nexweşxaneya Baneyê canê xwe ji dest daye.
کوردستان TV
100%

Li devera Zelê ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye kuştin.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, duhê li devera Zelê ya di navbera Rojhilat û herêma Kurdistanê de, hêzên rejîma Îranê êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine.

Hengawê diyar kiriye ku, di encama vê êrîşa han de kolberekî Kurd yê 20 sal bi navê Huşiyar Hesenzade, bi dijwarî birîndar bûye û bo derman kirinê bo nexweşxaneya bajarê Bane ya li Rojhilatê Kurdistanê hatiye veguhastin lê jiber dijwariya birînê rixmî hewldanên nûjdaran canê xwe ji dest daye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.