Taya hemorrajîk jî li Kurdistanê belav bûye.
Wezîrê tendirostî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Saman Berzencî ragihand ku, di nava du rojan de du welatî li Kurdistanê jiber nexweşiya taya hemorrajîk ( taya xwînberbûnê) canê xwe ji dest dane.
Wezîrê tendirostî diyar kiriye ku, ev her du welatiyên han karê wan yê rojane elaqedarbûne bi sewalan bi taybetî mer û pezan lewre rastî vê nexweşiya han hatine û canê xwe ji dest dane.
Wezîrê tendirostî herwiha diyar kiriye ku, li naverast û başûrê Îraqê ev nexweşiya han gelek zêde bûye lewre tê payîn ku, hijmara kesên ku, li Kurdistanê jî bi vê nexweşiya han dikevin zêdetir bibe, jiber vê yekê û bo pêşî girtin ji zêdetir bûna vê nexweşiya han lazime rêkarên tendirostî werin cîhbicîhkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin