Îran rêjeya henarde kirina gazê bo Îraqê gelek kêm kiriye.
Wezareta elektirîkê ya Îraqê ragihandiye ku, jiber kêm kirina rêjeya henarde kirina gazê ji Îranê bo Îraqê, welat rastî kêşeya elektirîkê hatiye û rêjeya hilbirîna elektirîkê li Îraqê kêm bûye.
Li gor daxuyaniya wezareta elektirîkê ya Îraqê, Îran jiber deyinên xwe yên ku, ji Îraqê nestendiye û herwiha jiber dorpêçên Amerîkayê bi qasî 20 miliyon metre sêca henarde kirina gazê bo Îraqê kêm kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin