Dibêje em dikarin di nava 24 seatan de Tehranê dagîr bikin.
Yek ji Fermandarên Talibanê duhê yekşem di gotareke xwe de yaku, bo komeke çekdarên Talibanê pêşkêş kiriye, huşdariyeke tund daye Îranê.
Li gor kanala Elerebiye, ev Fermandarê Talibanê diyar kiriye ku, eger şêxên Îmarata Îslamî ( mebest rayedarên mezin yên Talebanê ye) îzinê bidin vê di nava 24 seatan de Tehranê dagîr bikin.
Ev Fermandar herwiha eşkere kiriye ku, bila Îran ti carî hêz û sebira Talibanê necerbîne jiber ku, nikare li hember Talibanê li ber xwe bide.
Weke tê zanîn di wan demên dawî de jiber kêşeya ava rûbarê Hîrmend di navbera Îran û Talibanê de pevçûn hene û di nava hefteyekê de herî kêm 6 leşkerên Îranî bi destê Talibanê hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin