Hijmara kuştî û birîndaran nehatiye zanîn.
Li gor çapemeniya Sûrî, duhê bişev artêşa Îsraîlê çend navçe û taxên Dîmeşq û derdorê bordiman kiriye.
Çapemeniya Sûrî eşkere kiriye ku, sîstema berevanî ya asmanî ya Sûrî kariye çend mûşekên Îsraîlê pûç bike lê dîsa jî çend mûşek li hin tax û navçeyên ser bi Dîmeşqê ve ketine erdê û di encam de teqînên gelek mezin çê bûne.
Heta niha Îsraîl jî li ser vê bordimana han ti zaniyarî nedaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin