Dibêje di bin erdê de mişxûlî ava kirina tonelane.
Ajansa nûçeyan ya Associated Press belav kiriye ku, rejîma Îranê li navenda etomî ya li Netenizê mişxûlî ava kirina tonelên mezin di bin erdê deye.
Associated Press li ser zarê jêderên îstîxbaratî belav kiriye ku, Îran bo veşartina kar û çalakî û hin çekên xwe yên etomî di bin erdê navenda etomî ya Netenzê de mixçûlî ava kirina tonelên gelek mezine.
Çavkaniyê diyar kiriye ku, armanca Îranê netenê ewe, belku, Îran dixwaze di bin erdê de jî navendên mezin û metirsîdar yên etomî ava bike.
Weke tê zanîn ev navenda han ya etomî jî çend caran rastî êrîşan hatiye û yek ji sedemên herî sereke ya nakokî û aloziyên navbera Îran û cîhanê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin