Ukrayna jî dibêje ne rastî û hîn jî di kontrolê me deye.
Wezareta berevanî ya Rûsyeyê daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye ku, hêzên wan karîne piştî pevçûneke dijwar bajarê Bakhmut ya li Rojhilatê Ukraynayê bi temamî kontrol bikin.
di daxuyaniya wezareta berevanî ya Rûsyeyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku, koma leşkerên bipere ya bi navê Vagner di kontrol kirina Bakhmutê de roleke sereke lîstiye.
Lê piştî vê daxuyaniya wezareta berevanî ya Rûsyeyê, wezareta berevanî ya Ukraynayê jî daxuyanî daye û ragihandiye ku, Bakhmutê hîn jî di kontrolê artêşa Ukraynayê deye û pevçûnên li vê bajarê berdewamin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin