Hêzeke zêde ya Îraqê çûye kempa Mexmûrê.
Peyamnêrê me yê li deverê ragihand ku, bi fermana Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî, vê deriya hatûçûya ya kempa Mexmûrê were daxistin û hikûmeta Îraqê dixwaze bo xwe kontrola vê kempa han bike.
Peyamnêrê me eşkere kiriye ku, îro şemî li ser fermana Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî hêzeke zêde ya Îraqî çûye ber deriyê kempê û xwestine deriya kempê dabixin û şêniyên kempê jî dest bi xwe pîşandanê kirine.
Hikûmeta Îraqê dixwaze derdorê kempê bi têlan dorpêç bike û rê nede ji niha û pêde şêniyên vê kempê bi asanî serdana navenda Mexmûr û cîhên din bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin