Dibêje abûriya Tirkiyeyê gelek lawaz dibe.
Navenda cîhanî ya polîn kirina deyinan ( FITCH) derbarê rewşa Tirkiyeyê ya piştî hilbijartinan babetek belav kiriye û nivîsandiye ku, piştî hilbijartinan vê Tirkiye rastî gelek kêşeyên dijwar were.
Di babetê de behsa vê yekê hatiye kirin ku, xwedan deyinên biyanî vê daxwaza pereyên xwe ji Tirkiyeyê bikin û Tirkiye jî nikare deyinên xwe bide.
Buhayê lîreya Tirkî li hember diravên biyanî zêdetir dadikeve, rêjeya giranî sedî sed derbas dike û rezervên ( neqdîneya yedek) Tirkiyeyê gelek kêm bibin û hikûmet jî rastî kêm bûna bûdceyê were û çareser kirina wan kêşeyan jî bo Tirkiyeyê asan nabe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin