Li peravên Qeterê ji aliyê hêzên deryayî ve hatine girtin.
Hikûmeta Qeterê eşkere kiriye ku, 6 welatiyên Îranî yên ku li peravê Qeterê bûne ji aliyê hêzên deryayî yên Qeterê ve hatine girtin.
Rayedarên Qeterî goman dikin ku, ev 6 welatiyên Îranî bi mebesta sîxorî gehêştibin wan peravan.
Li hember de jî rayedarên Îranî diyar kirine ku, ev 6 welatiyên Îranî dema mişxûlî avjeniyê bûne bi şaştî ketine nava ava Qeterê û em niha hewl bo azad kirina wan didin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin