Dibêje dronan dide Rûsyeyê.
Koşka Spî ragihandiye ku, hevkarî û hemahengiya berevanî ya navbera Îran û Rûsyeyê berdewame û zêdetir kiriye.
Koşka Spî herwiha eşkere kiriye ku, Îran bi berdewamî hevkariya Rûsyeyê di şerê Ukraynayê de dike û di vê çarçoveyê de Îran dronên xwe yên întîharî bo Rûsyeyê dişîne û Rûsye di şerê Ukraynayê de ev dronên han bikar tîne.
beriya niha Îran ev yek red kiribû ku, dron daye Rûsyeyê lê pişt re bi belge ev yek hatibû îsbatkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin