Beriya 8 salan diba hatiba vekirin.
Kargeha petrokîmiya ya Nebrasê ya li bajarê Besreyê yaku, biryar bû beriya 8 salan were vekirin lê jiber kêşeyên îdarî nehatibû vekirin, di demeke nêz de tê vekirin.
Ev kargeha han yaku, têçûya vê 8 miliyar û 500 miliyon dolare, mezintirîn kargeha petrokîmiya ya Îraqê ye.
Birêveberê giştî yê vê kargehê Husên Mihemed Elî ji rojnameya Sebah ya Îraqî re ragihandiye ku, karîne vê kargehê berhem anîna 1 miliyon û 820 hezar ton berhemên petrokîmiyane û tê payîn salane qazanca vê kargehê bo Îraqê 1.4 miliyar dolare be.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin