Hêzên rejîma Îranê wî birîndar kirine.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, roja çarşemê, hêzên çekdar yên rejîma Îranê êrîşî ser şiwanekî Kurd li bajarê Serdeştê kirine û wî bi dijwarî birîndar kirine.
Li gor nûçeyê, dema ev şiwanê Kurd ku, navê xwe Mihemed Ezîziye, xwestiye heywanên xwe li gundê Dolebê biçerîne, ji aliyê çekdarên rejîma Îranê ve êrîşî ser wî hatiye kirin û bi dijwarî birîndar bûye û niha li nexweşxaneyê tê dermankirin lê tê gotin ku, birîna wî gelek dijware.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin