Cadeya 120 ya Hewlêrê hate daxistin

di nava tankerê de 24 hezar lître gaz hebûye.
کوردستان TV
100%

Jiber bûyereke hatûçûyê hatiye daxistin.

Birêveberatiya Polîsê hatûçûya Hewlêrê ragihand ku, kêliyek beriya niha jiber bûyereke hatûçûyê li ser cadeya sereke ya 120 metrî ya Hewlêrê, ev cadeya han bi awayeke demkî hatiye daxistin.

Birêveberatiya Polîsê hatûçûya Hewlêrê eşkere kiriye ku, di encama bûyera han de tankereke veguhastina gaza LPG qolipiye ku, têde 24 hezar lître gaz hebûye û hêzên hawar hatin û polîs jî bo pêşî girtin ji çê bûna teqîn û karesatan, bilez gehêştine deverê û cadeya han bi awayeke demkî daxistine.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.