Mesrûr Barzanî: Hêvî dikin hikûmeta federalî mafên destûrî yên herêm binpê neke

civata bazirganiya Amerîka/ Kurdistan hêlbirîna xwe li Kurdistanê zêdetir dike.
کوردستان TV
100%


Li gel şandeke civata bazirganiya Amerka/ Kurdistanê civiya.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke civata bazirganiya Amerîka/ Kurdistanê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya şandeke civata bazirganî Amerîka/ Kurdistan kir

Di destpêka civînê de Serokê civatê birêz David Tafuri bi awayeke kurt behsa armanc serdan û pêkhateya vê şanda mêwan kir û amadebûna xwe jî bo pêşde birina karên hêlbirînê li herêma Kurdistanê de diyar kir.

Pişt re me jî behsa guhertinên û pêşhatên dawî yên li herêma Kurdistanê û têkiliyên li gel hikûmeta federalî kir û balkêşande ser vê yekê ku, herêma Kurdistanê tevahiya erk û pêbendiyên xwe yên di çarçoveya destûr û rêkeftinan de cîhbicîh kiriye û daxwaz ji hikûmeta federalî jî dikin mafên destûrî yên herêma Kurdistanê binpê neke.

Di mijareke din ya civînê de me giftûgo derbarê rewşa bihevre jiyana aştiyane di navbera pêkhateyên herêma Kurdistanê de kir û di vê derbarê de me pêbendiya hikûmeta herêma Kurdistanê ya bo bihêztir kirin û pêşde birina çanda bihevre jiyana netewî û olî û parastina mafên pêkhateyên cuda de kir.

Şanda mêwan jî stayîşa reformên hikûmeta herêma Kurdistanê bi taybetî kar asanî kirin bo hêlbirêneran û dîcîtalîzekirina xizmetgozariyan û prosesa vîzeya elektironîkî de kir.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.