Li Kerkûkê çend kesan pereyên Polîsekî dizîn.
Li gor nûçeyeke çapemeniya Îraqê îro li taxa Saha Teyran ya li Kerkûkê çend kesên nenas êrîşî ser polîsekî kirine û piştî lêdan û birîndar kirina wî, demançe û pereyên wî dizîne û bo cîheke nediyar reviyane.
Heta niha hêzên ewlekarî nikarîne ev kesên ku, dizî ji wî polîsê kirine binçav bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin