3 Fermandarên cîhada îslamî hatine kuştin

balefirên şer yên Îsraîlê îro ev êrîş pêk anîne.
کوردستان TV
100%

Îro danê sibê Îsraîl êrîşî ser wan kiriye.

Li gor çapemeniya Îsraîlî, îro danê sibê balefirên şer yên Îsraîlî, êrîşî ser koma çekdar ya Seraya Qudis ku, basikê leşkerî yê cîhada îslamiye kiriye.

Di encama êrîşa han de herî kêm 3 Fermandarên vê koma han û gelek çekdarên din jî hatine kuştin.

Peyvdarê artêşa Îsraîlê jî diyar kiriye ku, balefirên şer yên wan êrîşî ser navendên koma çekdar ya cîhada îslamî li Xezeyê kirine.

 

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.