Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr li ser çareser kirina kêşeyan lihev kir

tevahiya kêşeyên heyî bi diyalogê têne çareserkirin.
کوردستان TV
100%


Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Qubad Talebanî civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê tîma wezarî ya YNK di nava kabîneya 9an û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî kir û piştî civînê jî Mesrûr Barzanî wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Cîgirê Serokwezîr birêz Qubad Talebanî kir.

Di rewşeke erênî de me giftûgo derbarê kêşeyên darayî û îdarî yên berdem hikûmeta herêma Kurdistanê kir û her du alî hemfikir bûn li ser çareser kirina tevahiya kêşeyan bi rêya diyalogê û hevkariya navbera tevahiya tîmên wezarî.

Herwiha me tekez li ser parastina tebayî û yekrêziya navxweyî kir bo parastina berejwendiyên nîştimanî û mafên destûrî yên welatiyên Kurdistanê.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.