Urdin sînorên Sûriyeyê bordiman kir

heta niha zaniyarî derbarê zirarên bordimanê de nehatine belavkirin.
کوردستان TV
100%

Beriya du rojan Urdin huşdarî dabû Sûriyeyê.

Piştî huşdariya wezareta derve ya Urdinê ya li dor şandina madeyên hişber ji Sûriyeyê ve bo Urdinê, îro balefirên şer y ên Urdinê sînorên Sûriyeyê yên li gel Urdinê bordiman kirin.

Li gor nûçeyeke kanala Rûsye Elyûm, îro duşem balefirên şer yên Urdinê, sînorên navbera Urdin û Sûriyeyê bordiman kirine û heta niha derbarê zirarên bordimanê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.

Ev di demekê deye ku, beriya du rojan wezareta derve ya Urdinê huşdarî dabû Sûriyeyê ku, eger pêşî ji şandina madeyên hişber ji Sûriyeyê bo Urdinê negire vê Urdin neçar dibe di nava axa Sûriyeyê de operasiyon bike.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.