Du welatiyên Kurd hatin revandin

sedema girtin û revandina wan nayê zanîn.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine revandin.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, duhê yekşem li bajarê Dîwandere ya li Rojhilatê Kurdistanê, hêzên rejîma Îranê operasiyoneke serda girtina malan li dar xistine û du welatiyên Kurd revandine.

Hengawê li ser zarê şahêdên bûyerê belav kiriye ku, duhê hêzên rejîma Îranê li bajarê Dîwandere operasiyon kirine û bêyî nîşandana ti belgeyeke qanûnî û jiber sedemên nediyar du ciwanên Kurd revandine û bi cîheke nediyar veguhastine.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.