Sûriye vedigere nava Komkara Erebî

12 sal bû Sûriye ji endamtiya Komkara Erebî hatibû dûrxistin.
کوردستان TV
100%

Komkara Erebî duhê biryar li ser vê mijarê da.

Duhê wezîrên derve yên welatên endam di n ava Komkara Erebî de civiyan.

Di civînê de giftûgo li ser  hewldanên Siûdiyeyê yên bo vegerandina Sûriyeyê bo nava Komkara Erebî hate kirin û piştî nîqaş û giftûgoyên berfire, biryara vegerandina Sûriyeyê bo nava Komkara Erebî hate pejrandin.

Bi vê awayî Sûriye piştî 12 salan veqetiyanê ji Komkara Erebî duhê dîsa vegeriya nava Komkara Erebî û tê payîn piştî vê biryara han gelek welatên Erebî jî têkiliyên xwe yên li gel Sûriyeyê normal bikin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.