Komkara Erebî derbarê Sûriyeyê de biryar dide

ev demêke Siûdiye hewl bo vegerandina Sûriyeyê bo nava Komkara Erebî dide.
کوردستان TV
100%

Îro wezîrên derve yên Komkarê dicivin.

Peyvdarê Komkara Erebî Cemal Roşdî ragihandiye ku, vê îro yekşem, civîneke din ya Komkara Erebî taybet bi Sûriyeyê were lidarxistin.

Cemal Roşdî diyar kiriye ku, di civîna îro de yaku, têde wezîrên derve yên welatên endam yên Komkarê beşdarin, vê biryar li ser vegera Sûriyeyê bo nava Komkara Erebî were dayîn.

Weke tê zanîn ev demêke ku, Rûsye û hin welatên din yên Erebî hewl bo vê yekê didin daku, Sûriye vegerînin nava Komkara Erebî lê hin welatên din yên Erebî jî li dijî vê yekê ne.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.