Dibêje helwesta YE li hember Îranê dibe weke helwesta Îsraîlê.
Wezîrê derve yê Îsraîlê Elî Kohin piştî hijmareke civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Yekîtiya Ewrûpayê daxuyaniyek da.
Wezîrê derve yê Îsraîlê Elî Kohin eşkere kiriye ku, beriya niha helwesta Yekîtiya Ewrûpayê li hember bernameya etomiya Îranê ji helwesta Îsraîlê cuda bû, lê di wan demên dawî de helwesta YE jî hatiye guhertin û welatên endam di nava YE de hêdî hêdî têne ser helwesta Îsraîlê ya li hember bernameya etomiya Îranê û ev yek jî destkefteke mezine bo Îsraîlê û derbeke dijware jî bo Îranê.
Nav hatî eşkere kiriye ku, niha ji her demekê zêdetir YE bi metirsîdar bûna rejîma Îranê hesiyaye lewre di warê rûbirû bûna Îranê de di navbera YE û Îsraîlê de hemfikirî çê bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin