Ti zaniyarî derbarê kuştî û birîndaran de tunene.
Li gor nûçeyeke ajasa Tesnîm ya Îranê direngiya şeva derbasbûyî li biryargeha sereke ya hêzên pasvanên şoreşa Îranê ya li bajarê Damixan ya li eyaleta Semnanê teqîneke gelek mezin çê bûye.
Tesnîmê diyar kiriye ku, teqîn di dema veguhastina cebelxaneyan de çê bûye.
Heta niha ti zaniyarî derbarê sedemên teqîn û hijmara kuştî û birîndaran de nehatine belavkirin lê tê gotin ku, ev navenda ku, têde teqîn çê bûye, navendeke locistîkî û cebelxaneyeke mezin ya hêzên pasevanên şoreşa Îranê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin