Wezîrê derve yê Îtaliyayê li Hewlêrê ye

behsa bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Îtaliyayê tê kirin.
کوردستان TV
100%

Vê îro li gel Serokê herêm û Serokwezîr bicive.

Wezîrê derve yê Îtaliyayê Antonio Tajani duhê êwarê piştî serdana xwe ya bo Bexdayê gehêşte Hewlêrê û li balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê ji aliyê wezîrê navxwe û hijmareke din ji rayedarên Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.

Biryare di çarçoveya bernameya xwe de îro Antonio Tajani li gel Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bicive.

Wezîrê derve yê Îtaliyayê ku, duhê jî serdana hêzên Îtalî yên li Kurdistanê kiribû, di civînên xwe yên li gel rayedarên Kurdistanê de behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Îtaliya û bihêztir kirina têkiliyên han bike.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.