Di konferansê de Serok Barzanî jî amadeye.
Li Hewlêrê konferanseke navnetewî taybet bi genocide nasîna komkujiya Kurdên Feyilî destpê kir.
Di konferansê de yaku, bi çand deqîqeyek rawestan bo rihê şehîdan destpê kir her yek ji Serok Barzanî, Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hijmareke din ji rayedarên Kurdistanê, Konsulus û nunerên welatên biyanî jî amade bûn.
Di konferansê de giftûgo li ser komkujiya Kurdên Feyilî ji aliyê rejîma Besê ve hate kirin û daxwaza qerebû kirina wan û bi genocide nasîna komkujiya han tê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin