Behsa hilbijartinên Kurdistanê hate kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke hevbeş ya welatên Brîtanya, Holenda, Almanya, nunerê Yekîtiya Ewrûpa û Amerîkayê kir.
Şanda han yaku, ji Konsulusan pêk hatibû armanaca serdana xwe bo cem Serok Barzanî diyar kir û behsa vê yekê kir ku, armanc ji vê serdanê nîqaş kirine li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê û hilbijartinên Kurdistanê.
Şanda mêwan ji bilî destxweşî kirinê jiber diyarî kirina roja hilbijartinan, hevdem tekez li ser girîngiya hilbijartinan û parastina nirxên demokratîk û parastin û bihêztir kirina bingehên şerêyetê ( rewatiyê) kir.
Di berdewamiya civîna han de Serok Barzanî jî bi awayeke kurt behsa pêbendiya herêma Kurdistanê bi çanda demokrasî û hilbijartinan kir û balkêşande ser vê yekê ku, gelê Kurdistanê bo ku, bi azadî jiyan bike, qurbaniyên gelek zêde û mezin daye û piştî raperîna mezin ya gelê Kurdistanê ya buhara 1991an li bajarê Koyeyê bo cara ewil ragihandiye ku, lazime ji rewatiya şoreşgerî xwe rizgar bikin û ber bi rewatiya destûrî ve biçin û hilbijartin were kirin.
Serok Barzanî ji şanda mêwan re diyar kir ku, Kurdistanê li serveya tevahiya berejwendiyên din deye û bo parastina Kurdistan, rewatî û nirxên demokratîk lazime li herêma Kurdistanê îsal hilbijartin were kirin.
Derbarê çawetiya beşdarî kirina pêkhateyên etnîkî di hilbijartinan de jî Serok Barzanî got: Pêkhate box we çi biryarek bidin em jî piştîvaniya wan dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin