Di encama bordimana han de çend kes birîndar bûne.
Li gor çapemeniya Sûrî, direngiya şeva derbasbûyî artêşa Îsraîlê bi mûşekan êrîşî ser çend navçeyên derdorê Himsê kiriye.
Çapemeniya Sûrî eşkere kiriye ku, artêşa Îsraîlê ji aliyê Libnanê ve çend mûşek avêtiye çend navçeyên derdorê Himsê û di encama êrîşa han de çend kes birîndar bûne û zirarên mezin yên madî jî çê bûne.
Çapemeniya Sûrî ev yek diyar kiriye ku, di encama êrîşa han de stasiyoneke benzînê û çand kantîner jî şewitîne.
Riwangeha mafên mirovan ya Sûriyeyê jî belav kiriye ku, ev êrîşa han bo ser navendeke çekdanên hizbulahê Libnanê bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin