Dibêje bêyî ti hincetek welatiyên Sûrî ji aliyê hêzên Tirkî ve têne kuştin.
Komîsariyaya mafên mirovan ya ser bi Netewên Yekgirtî derbarê rewşa welatî û awareyên sûrî yên li ser sînorê Tirkiyeyê de balav kiriye.
Di raporta han de Komîsariyaya mafên mirovan bi tundî rexne li Tirkiye û hêzên leşkerî û ewlekarî yên Tirkiyeyê kiriye û nivîsandiye; Hêzên leşkerî û ewlekarî yên Tirkiyeyê li ser sînorên navbera Tirkiye û Sûriyeyê zilmê li welatî û awareyên Sûrî dikin, li hember wan tundûtîjî bikar tînin û bêyî ti hincetek êrîşî ser wan dikin û wan dikujin.
Heta niha Tirkiye di vê derbarê de ti daxuyaniyek nedaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin