Jiber rewşa aloz ya Sûdanê daxwaza hevkariyê dikin.
Hijmareke zêde ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Sûdanê ne û jiber têk çûna rewşa Sûdanê û pevçûnên heyî yên li vê welatî, di rewşeke dijwar dene.
Di vê çarçoveyê de Kurdên Rojavayê yên li Sûdanê, hawara xwe gehandine hikûmeta herêma Kurdistanê û dezgeha xêrxwaziya Barzanî û daxwaza hevkariyê ji wan dikin.
Ji aliyê xwe ve jî hikûmeta herêma Kurdistanê û dezgeha xêrxwaziya Barzanî jî dest bi liv û tevgerên pêwîst bo hawar çûna wan Kurdan kirine.
Tê gotin ku, nêzî 200 malbetên Kurd ji Efrîn, Girê Spî û Serê Kanî dema şer û pevçûnan berê xwe dane Sûdanê û niha li vê welatî dijîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin