Civîna çar alî duhê hatibû lidarxistin.
Li gor nûçeyeke ajansa sputnik ya Rûsî, wezareta berevanî ya Sûrî derbarê civîna çar alî ya li Rûsyeyê de daxuyanî daye.
Di daxuyaniya wezareta berevanî ya Sûriyeyê de hatiye eşkere kirin ku, di civîna çar alî ya duhê de yaku, têde wezîrên berevanî û Serokên îstîxbaratên her çar welatan ( Sûriye, Îran, Tirkiye û Rûsye) beşdar bûne, giftûgo li ser vekêşîna hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê li Sûriyeyê hatiye kirin.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de behsa vê yekê hatiye kirin ku, di heman civînê de nîqaş li ser rewşa giştî ya rêya M4 jî hatiye kirin.
Ji aliyeke din ve duhê jî wezîrê derve yê Tirkiyeyê eşkere kiribû ku, Tirkiye carê naxwaze hêzên xwe ji Sûriyeyê vekêşe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin