Dibêje destûr maf daye me ku wezîran jî jikar bavêjin.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî ragihandiye ku, dema bûye Serokwezîr çend reformên girîng kiriye û berdewam dibe li ser reformên girîngtir di nava hikûmeta Îraqê de.
Sûdanî herwiha eşkere kiriye ku, di nava kabîneya xwe de dest bi reforman kiriye û destûr jî mafê vê yekê daye wî daku, ev wezîr û berpirsên ku, şaştiyan dikin ya bi her awayî erkên xwe bi başî cîhbicîh nakin, ji kar bavêje.
Sûdanî daye zanîn ku, berdewam dibe li ser reforman û bo vê yekê jî dem û bernameyeke goncaw amade kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin