Di nava 4 rojan de nêzî 70 hezar torîst hatine Hewlêrê

jiber bûyerên hatûçûyê jî yek welatî canê xwe ji dest daye.
کوردستان TV
100%

Walîtiya Hewlêrê di vê derbarê de daxuyaniyek belav kiriye.

Walîtiya Hewlêrê daxuyaniyek belav kiriye û têde ragihandiye ku, di nava her 4 rojên cejna Remezanê de 63 hezar û 592 torîst ji derveya welat û ji Başûr û naverasta Îraqê serdana Hewlêra paytext û cîhên torîstîkî yên Hewlêrê kirine.

Di daxuyaniya han de herwiha hatiye diyarkirin ku, di nava wan her çar rojên cejnê de bi giştî 24 tawan hatine kirin ku, 20 ji wan Tawankar hatine girtin û 4ên din jî di bin lêkolînê dene.

Herwiha 4 bûyerên hatûçûyê jî qewmîne û di encam de welatiyek canê xwe ji dest daye û 3 welatî jî birîndar bûne.

Nûçe Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.