Tankeke sûtemeniyê teqiyaye û du kesên din jî birîndarin.
Li gor daxuyaniya Polîsê devera Gerimiyanê, îro li navçeya Pîşesazî ya Kelarê, di dema lehîm kirina tankeke sûtemeniyê de, tank teqiyaye.
Di encama bûyerê de Pîşegerek bi navê Ariyan Îbrahîm Mehmûd canê xwe ji dest daye û du welatiyên din jî birîndar bûne.
Jiber teqîna tankê ku, tanka benzînê bûye, agireke mezin jî li cîhê bûyerê çê bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin