Hêzên rejîmê ciwanekî din yê Kurd qetil kirin

4 rojan li nexweşxaneyê dihat dermankirin lê duhê canê xwe ji dest da.
کوردستان TV
100%

Li Baneyê bi tirimbîl li wî dane.

Li gor zaniyariyên ku, ji Rojhilatê Kurdistanê gehêştine, roja pêncşema hefteya derbasbûyî, hêzên sînorparêz yên rejîma Îranê li bajarê Baneyê, qetil kirine.

Ev welatiyê Kurd yê 36 salî û bavê keçekê, dema sibê zû ji mal derketiye û xwestiye biçe ser îşê xwe, rastî tirimbîla hêzên sînor parêz yên rejîmê hatiye.

Yek ji endamên hêzên sînor parêz, di nava tirimbîlê destê welatiyê Kurd girtiye û rakêşaye pişt re jî destê wî berdaye û bi tirimbîl bi ser wî de dane.

Ev welatiyê Kurd yê ku, navê wî Mihemed Letîf Ehmedpûre, di encama bûyerê de bi dijwarî birîndar dibe û pişt re jî bo derman kirinê bo nexweşxaneyê tê veguhastin lê rixmî hewldanên nûjdaran, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.