Tirkiye bi rêya balyozxaneya xwe ya li Albanî hevkariya Îranê dike.
Duhê bişev wezîrê derve yê Îranê Emîr Ebulahiyan telefûnê wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawişoglû kiriye.
Di peywendiya han ya telefûnî de rixmî nîqaş kirina têkiliyên navbera Tirkiye û Îraqê û herwiha rewşa giştî ya herêmê û babetên cîhê girîngiya hevbeş, her du alî tekez li ser hewlên hevbeş yên Îran û Tirkiyeyê bo parastina statîkoya herêmê kirine.
Her di heman peywendiya telefûnî de, wezîrê derve yê Îranê jiber ku, Tirkiye rê daye Îranê daku, bi rêya balyozxaneya xwe navenda parastina berejwendiyên rejîma Îranê li Albanî ( Meqedûniye) were vekirin, spasiya Tirkiyeyê kiriye û gotiye: Em vê piştîvanî û hevkariya Tirkiyeyê ji bîr nakin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin