Serokê herêma Kurdistanê dibêje lazime bi berpirsiyartî li hember peyvan tevbigerin.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek bo 125 saliya Rojnamegeriya Kurdî û 25 saliya damezrandina sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê peyamek belav kiriye ku, ev jî tekesta vê peyamê ye;
Salvegera 125mîn ya Rojnamegeriya Kurdî û 25 saliya damezrandina sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê li tevahiya Rojnamevanên Kurdistanê pîroz dikim, hêviya serkeftinê bo wan dixwazim, silav li canê Mêqdad Mîdhet Bedirxanê pêşeng ku, yekem Rojnameya Kurdistanê çap û belav kiriye dişînim.
Di vê bîranîna han de tevahiya piştîvaniyên xwe bo Rojnamevanan û azadiya Rojnamegerî û ramanê û azadiya pênûsê diyar dikim. Azadiya rojnamegerî bingeh û stûna sereke ya tevahiya civakeke pêşkeftî û zindiye, pêdiviyeke girîng ya bo pêşde birina demokrasî, azadiyan û parastina mafên mirove, jiber vê çendê lazime berevanî jê were kirin.
Peyv berpirsiyartiye, lewra daxwaz ji Rojnamevanên Kurdistanê dikim, bi emanetdarî û berpirsiyartî ve li hember peyvan tevbigerin, azad, pîşeyî û rastgûyane hewal û bûyeran veguhêzin, kar û erkên xwe bi rêk û pêkî û di çarçoveya etîka rojnamegerî de cîhbicîh bikin daku, bikaribin rola xwe ya rast bo diyarî kirina şaştiyan û kêmasiyan û serrast kirina wan bilîzin.
Silav û dirûd bo tevahiya wan rojnamevanên ku, di serdema xebat û azadî de canê xwe feda kirine, rihê wan şad be.
Serokê herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin