Heta niha nêzî 300 kes hatine kuştin.
Li gor raporteke Netewên Yekgirtî ya derbarê şer û pevçûnên heyî yên di navbera artêş û hêzên bersifdayîna bilez yên Sûdanê de, heta niha nêzî 300 kes hatine kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûne.
NY di raporta xwe de eşkere kiriye ku, lazime bilez ev pevçûn û aloziyên heyî werin bidawî anîn jiber ku, di nava 5 rojên derbasbûyî de ji ber şer û pevçûnan nêzî 300 kesan hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne ku, beşeke zêde ji wan xelkê sivîle.
NY herwiha êrîşên ser xelkê medenî û navendên xizmetgozariyên tendirostî jî mehkûm kiriye ku, ragihandiye ku, lazime canê welatiyên medenî were parastin û rêz ji sazî û navendên giştî bi taybetî navendên tendirostî were girtin.
Weke tê zanîn jiber reformeke qanûnî yaku, dixwest hêzên bersifdayîna bilez bixe ser artêşê, ji roja 15ê Nîsanê ve li Sûdanê şer û pevçûn destpê kiriye û hîn jî berdewame.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin