Amerîka ceza da 6 navend û kompaniyên din yên Îranî

ev navend û kompaniyên han teknolojî û zaniyariyên teknolojîkî bo Îranê dabîn kirine.
کوردستان TV
100%

Têkiliyên wan li gel bernameya etomî ya Îranê de hene.

Wezareta xezênedarî ya Amerîkayê duhê bişev ragihand ku, di biryareke nû de ceza dane ser welatiyekî Îranî û 6 navend û kompaniyên din yên Îranî.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, sedema ceza kirinê ewe ku, têkiliyên wan li gel spaha Pasdaran û bernameya etomî ya rejîmê de heye.

Beşek ji navend û kompaniyên han taybetin bi dabîn kirina teknolojî û zaniyariyên teknolojîkî û li derveya Îran bi taybetî li welatên Asyayê çalakin.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.