Rojnameya navdar ya Amerîkî dibêje Îran xwe amade dike.
Rojnameya navdar ya Amerîkayê Wall Street Journal (WSJ) raportek belav kiriye û di raporta xwe de behsa vê yekê kiriye ku, li gor zaniyariyên berdestê Amerîkayê, Îran xwe bo êrîş kirine ser Îsraîlê amade dike.
Rojnameyê li ser zarê çend rayedarên îstîxbaratî yên Amerîkî belav kiriye ku, Îran bo êrîş kirine ser Îsraîlê dest bi amadekariyan kiriye û bo vê yekê li gel her yek ji Hemas, Hizbulah û cîhada îslamî dest bi giftûgoyê kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin